Li bajarê Batmanê xwepêşandan

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Batmanê polîsan destwerdana xwenişandaran kirin û di encamê de dehan kes hatin binçav kirin.

Duh, danê êvarê welatiyên Batmanê li kolana Gûlîstanê di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk(DBP)ê de li dijî tayînkirina qeyyûman xwenîşandan li darxistin.

Polîsan bi awayek tûnd rêgirî û xwenîşandaran kir û bi gazên rondikrêj û ava şid destêwerdanê kir. Di encamê de dehan kes hatin binçavkirin.

Li gor peyamnêrê K24ê bi dehan kes jî ji ber desttêwerdana tûnd a polîsan birîndar bûn.