Li Bakûr werza nû ya perwerdeyê bi pirsgirêkan dest pê kir

Mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin biryar girtine ku li dijî vê kiryarê roja çarşemê serî li Rêveberiya Perwerdê ya Diyarbekir bidin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê serdema nû ya perwerdê bo 2016-2017 dest pê kir. Di serdem a nû ya perwerdê de li Diyarbekirê gelek xwendevan bêmamoste man ji berk u 4300 mamoste li Diyarbekirê ji kar nhatibûn dûrxistin. Mamoste dibêjin ew ê rêze çalakiyan li dar bixin.

Li Bakûrê Kurdistanê bi teybetî jî li Diyarbekirê serdema nû ya perwerdê bi pirsgirêkan dest pê kir. Pirsgirêka sereke ji kar durxistina mamosteyan bû. Mamosteyên ku ji kar hatibûn dûrxistin serê sibê berê xwe dan dibistanan û biryara fermî ya ji kar dûrxistinê radestî wan hate kirin. Rêveberê Sendîqe ya Perwerdê Yilmaz Guneş di vê babetê de amaje dike ku ew serî li ber vê biryarê natewînin û dê çalakiyan li dar bixin.

Rêveberê Sendîqe ya Perwerdê(EgîtîmSen) Yilmaz Guneş wiha got:"Dê tekoşîn û berxwedana  me berdewam be . Me biryar girtiye ku em ê rêzeçalekiyan li dar bixin. Di vê çarçoveyê de jî em amadekariyan dikin ku ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî mamosteyan meşeke mezin ber bi enqere ve li dar bixin."

Biryara ji kar durxistina mamosteyan bû sedem ku li gelek polên dibistanan perwerde newe dîtin. Gelek kesan ji bo roja yekem a perwerdê zarokên xwe bi destê xwe anîn dibistanê lê ji berk u mamoste nebûn ew neçar man ku vegerin. Yek ji van kesan jî Xeyrî Baxiran e û amaje dike ku ew dixwazin mamosteyên zarokên wan dîsa vegerin ser karê xwe.

"Mamosteyê keça min tine ye. Me ji rayedaran pirsî û wan jî j ime re gotin ku dê heta sibê ji bo xwendevanên bêmamoste mamosteyên nû werin peyda kirin.  Ev yek ji bo xwendevanan ne tişteke baş e. Ji berk u xwendevan hînî mamosteyên xwe bûne û dixwazin bi mamosteyên xwe re berdewam bin."

Mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin biryar girtine ku li dijî vê kiryarê roja çarşemê serî li Rêveberiya Perwerdê ya Diyarbekir bidin û daxwaznameyên xwe yên ji bo vegera kar pêşkêşî Rêveberiyabikin.