Civaknas çawa pirsgirêka penaberan dinerxînin?

Li gor raporta Wezareta Karûbarên Hûndirîn ya dawî ya Tebaxa 2016an de, hejmara penaberên toarkirî 2 milyon û 729 hezar e.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Arîşeyên penaberên sûrî  yên ku ev nêzî pênç sale ji ber sedema şer û pevçûnan ji welatê xwe hatine dûr xistin îro, wekî arîşeyeke mezin ya cîhanê tê dîtin. Li gor zanyar û pisporan heger çareseriyên bingehîn neyên peyda kirin ev penaber dê ji bo dahatuya welatên ku lê bi cî buyîn jî bibin sedema arîşeyên mezin.

Li Newyorkê di hevdîtinên civîna giştî ya Netewên Yekbuyî de mijara rojevê ya sereke  Surî û krîza penaberan e.

Beşeke mezin ji 10 milyon penaberên ku ev nêzî 5 sale ji ber şer û pevçûnan ji welatê xwe dûr ketîn, îro li Tirkiyê dijîn. Li gor raporta Wezareta Karûbarên  Hûndirîn ya dawî ya Tebaxa 2016an de, hejmara penaberên di fermiyetê de hatî diyar kirin 2 milyon û 729 hezar e, û herwiha tê texmîn kirin ku ji milyoneke zêde penaber jî hê nehatine qeyd kirin.

"Ev nêzî 4-5 sale ez li Tirkiyê me. Ez hîç ne çûme dibistanê. Ez û birayê xwe em li vir di xebitin. Ger şer bi dawî bibe ez dixwazim vegerim welatê xwe."

"Tirkiye ji me re gelekî bu alîkar lê Ji ber arîşeyên ziman, kûltûr û cûdatiyên jiyanê, adaptasyon gelekî zehmete"

Di nav penaberên ku ber bi Stembolê ve hatîn de bi qasî Ereb û Tirkmenan Kurd jî hene.

" ji sala 2011 ve were  ez hatime vê derê . 2 zarokêmin hene her dû zarokên min jî li stenbolê xwedê dan.. Heke şer xelas bibe emê vegerin bajarê xwe. "

Ev mirovên ji ber şerê navxweyî neçar mane ku dest ji mal û welatê xwe berdin êdî di rojeva hemû cîhanê de wekî arîşeyeke pir mezin cih girtin e.

Civaknas Şevîn Civak "İro li Tirkiye ye ji 3 milyonan zêdetir  koçberên ji Suriye hatîye hene. Helbet ev pirsgrêkek gelekî mezine ji bo Tirkiye û ji bo entegrasyona van insanan ji bo vî welatî.

Li gor civaknas Şevîn Civak entegrasyona civakeke ev qasî fireh û mezin arîşeyeke pir mezin e."

"Ji ber ku ev insanên hanê hatin nava civakeke bi pirsgrêk bi problem entegrasyona wan jî ez dibejim wê bibe pirsgrêkeke gelekî mezin û niha jî gelek bûyer diqewimin li hemberî koçberên ku sûrîye yê hatine. Çima ? ji ber ku li tirkiye civak bi xwe jî hin pirsgrêkan ve rû bi rû ye. Em bejin perwerda zarok û xorta, rewşa jinê ,

pirsgrêkên aborî zêde zêde li vî welatî tê jiyan kirin. Û ew jî bi serde dema zêde bûn helbet  ev pirsgrêk ji alîyê dewletê ji em bejin bu wek pirsgrêkek herî bingehî û mezin."

Civak, destînîşan dike ku ji van penaberan behra bêtir ji zarok û gêncan pêk tê û herwiha ji ber sedemên aborî û pirsgirêkên berdewam ên jiyanê dibe ku di dahatûyê de beşdarî bûyerên ne baş û sûcan bibin.

" Di warê tekstilê de, di warê sanayîye de mecbûrin ku bixebitin. Yani em bejin ji nav malbatekî de 4-5 kes dixebitin û encax dikarin kirêya xwe bidin û debara xwe bi wî pereyî pêk bînin."

Wekî  Civaknas Şevîn Civak jî diyar kirî ger çareseriyek ji van penaberên ku bi gelek metirsî û travmayan re rû bi rû mayîn re neyê dîtin, jiyan dê hem ji bo wan hem jî ji bo ew civakên li gel wan dijîn gelekî xerabtir bibe.