Dibistanan dest pê kir û gelek mamoste jî girtî ne

Li Tirkiyê heyama perwerdehiyê ya 2016 û 2017an li dibistanan destpekir. Li Mêrdînê jî ji ber dûrxistina gelek mamosteyan malbatên zarokan bi gûman in ku dê kêşeyên di warê perwerdehiyê de hîn zêdetir bibin.
kurdistan24.net

K24 – Mêrdîn

Li Tirkiyê heyama perwerdehiyê ya 2016 û 2017an li dibistanan destpekir. Li Mêrdînê jî ji ber dûrxistina gelek mamosteyan malbatên zarokan bi gûman in ku dê kêşeyên di warê perwerdehiyê de hîn zêdetir bibin.

Bi destpekirina heyama perwerdehiyê hemû dibistan li tevahiya Tirkiyê vebûn. Li Qosera navçeya Mêrdînê jî 67 hezar xwendekaran bi dest bi perwerdehiyê kir. Li dibistana bi navê 23ê Nîsanê jî Qeymeqamê Qoserê axafinek kir û wiha got: “Em xwedî gelheyeke ciwan û dînamîk in, di warê pêdiviyan de çê dibe ku hindek kêmasiyên me hebin, lê belê em ê wan kêmasiyan digel hev temam bikin.”   

Ji aliyê din ve, her çiqas bê gotin ku ti kemasî tune ne, an ên heyî dê bên çareserkirin jî, malbatên zarokan ne di wê baweriyê de ne ku ji ber şer û pevçûnan zarokên wan di perwerdehiya Îsal de ferî tiştekî bibin.

Mamoste Mehmet Saît Kaya ji K24ê re got: “Em îro ji bo perwerdehiyê li vir in. Înşallah dê bi xêr û silamet, ji bo zarokan perwerdehiyeke zêde xweşik dest pê bike. Em hevîdar in jî li heremê şer û pevçûn xilas bibe. Di nav aramiyê de miletê me, gelê me jiyana xwe derdas bike.”

Piştî merasîmê gul ji bo zarokên ku nû dest bi dibistanê kirin hate dayîn û di merasîma ku zarokan govend girt de, mamoste û malbatên zarokan jî cih girtin. Wekî din daxwaza malbatên zarokan û kesên din jî ew e ku şer û pevçûn bi dawî bibin da ku zarokên xwe bêtirs bişînin dibistanan.

Serokê Federasyona Piştevaniya Civakî ya Mêrdînê Şerîf Oter jî got: "Gelek mamosteyên me hatine girtin. Îro ev mamoste di hindir de ne. Îro sala perwerdehiyê jî vebû û ev zarok dê gişt herin bixwînin. Dema mamosteyên wan tunne bin ev astengiyeke mezin e. Em dixwazin ew mamosteyên me bêsuç vegerin ser karê xwe."

Welatî Emîne Yildiz jî dibêje: "Em dixwazin em zarokên xwe bi dilekî xweş bibin dibistanê û bînin, destê yekî bila ne bi dilê yekî ve be. Em tiştekî xweş, aram û aştiyê dixwazin."

Herwiha li Mêrdînê ji hezar û 700 mamosteyên ku ji kar hatin dûrxistin 774 ji wan li navçeya Qoserê kar dikin û bi destpekirina dibistanan jî kêmasiya wan xwe daye der. Dê û bavên zarokan jî di wê metirsiyê de ne ku ev dê bandoreke mezin li ser zarokan bike.