Agirî: Li dijî qeyuman çalakî berdewam in

Li Tirkiyê di 11ê Îlonê de piştî tayînkirina qeyumên ji bo 24 şaredariyên Bakurê Kurdistanê çalakî bi gurrehiya xwe berdewam dikin. Li Diyadîna navçeya Agiriyê jî, ji bo bertekê nîşanî vê yekê bidin ji aliyê parlamentera HDP Dîrayet Taşdemîr û Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik ve daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
kurdistan24.net

K24 – Agirî

Li ber şaredariyê dema lewheya bi Kurdî ya şaredariyê ji aliyê qeymeqamê ku hatiyê tayînkirin ve hate guherîn gelek polîsan jî bergiriyên ewlehiyê standin.

Di daxuyaniyê de Dirayêt Taşdemîr balkişand li ser kiryarên ku niha tên kirin û wiha got: “Di 15ê Tirmehê de ew hişmendiya ku bang li gel kir û piştî derbeyê ajotin ser kolanan, ji wan kesên ku di nava hewla derbeyê de cih girtin zêdetir zêxtan dike. Derbeya 15ê Tirmehê bê çibe 11ê îlonê jî derbeyeke wisa ye."

Ligel Taşdemîr, welatiyên Dîyadînê jî li dijî qeyuma derdikevin û dibêjin; hemû şaredariyên Kurdistanê bi îradeya gel hatine hilbijartin û ev kiryarên ku tên kirin polîtîkayên înkarkirina Kurdan e.

Di daxuyanî de Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî axivî û got: “Têgihîneke ku îrade gel desteser bike nayê qebûl kirin. Îro li vê derê derbeyek tê kirin. Em li dijî tayînên qeyuman yên li îradeya gel in. Ez bi salan li vir dijîm, nasnameya Kurdan tune tê hesibandin. Bi hatina qeyum re alê dikişînin şaredariyê. Divê ji yekperestiyê ji cudageriyê bê vegerîn. Kêşeya mezin polîtîkayên hikûmetê ne."

Herwiha parlamenter û welatî dibêjin ku heta ev biryar neyên guhertin çalakiyên wan her dê berdewam bikin. Parlamenterên HDP jî bi dawîbûna daxuyaniyê seredana esnafên Diyadîne kirin.