“Derbarê Kurd de hewlestên rêjîm û opozîsyonê wek hev in”

Derbarê daxuyaniyên tund yên Serokê Desteya Bilind ya Danûstandinan Esed El-Zuibî û hin kesayetên din yên dijberiya Sûriyê derdikevin de, hejmarek ji welatiyên Kurd û siyasetmedaran ev helwest şermezar kirin û daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin, ku ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê vekişe. Li gor hin şîrovekarên siyasî, helwstên hin aliyên ku di Îtîlafê de ne, mîna hewestên rêjîmê ne, loma divê ENKSê helwesta xwe zelal bike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Emîndariya Giştî ya ENKSê di civata xwe ya asayî de, bersiva gotinên Esed El-Zuibî û hin kesayetiyên din dan. Emîndariya giştî dibîne ku çend daxuyanî tekane ku ji hin kesên şofînîst derbarê doza Kurdî li Sûriyê derdikevin, ku mebesta wan jê ew e, aliyên siyasî yên Kurdî dûrî proseya danûstandinan bikin.

Herweha ENKSê dibîne ku li ser asta navnetewî îro danûstandin bi Îtîlafê re ye û girîng e Kurd tê de beşdar bin.

Ev ne cara yekemîn e ku Esed El-Zuibî daxuyaniyên xerab li ser Kurdan belav dike. Lê hin serkirdeyên ENKSê derbarê helwesta Zuibî û kesên nijadberest de dibêjin ku, mabûna wan dê baştir be ji vekişandina ji Îtîlafê yan jî ji Desteya Bilind ya Danûstandinan.

Ji aliyekî din ve, hin çavdêrên siyasî dibînin ku helwestên rêjîmê û opozîsyonê bi giştî di yek rêzê de ne û bi taybetî derbarê mafê gelê Kurd li Sûriyê.

Welatiyên Kurd dibînin ku pêwist e her du aliyên Kurdî li rêkeftinên Hewlêr û Dihokê vegerin û bi vê yekê dê bersiva kesên nijadperest were dayîn.