Birayek hat girtin û birayek hat berdan

Nivîskarê navdar yê Tirkiyê Ahmed Altan serbest hat berdan, lê birayê wî Prof. Mehmed Altan hat girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarê navdar yê Tirkiyê Ahmed Altan serbest hat berdan, lê birayê wî Prof. Mehmed Altan hat girtin.

Her du birayên nivîskar ên Tirk ku 10'ê Îlonê hatibûn binçavkirin, îro berdestê sibê li Stenbolê derketin pêşberî Dadgehê.

Dadgeha Ceza ya Stenbolê, bi tuhmeta endamtiya rêxistina terorê ya Cemaeta Gulen û hilweşandina hikûmeta Tirkiyê, Mehmed Altan girt.

Derbarê nivîskar Ahmed Altan de biryara kontrola dadwerî û qedexeya derketina derveyî Tirkiyê hat dayîn û serbest hat berdan.

Piştî serbest berdanê Ahmed Altan li pêş dadgehê, daxuyaniyek da çapemeniyê û got, lêpirsînên derbeya 15'ê Tîrmehê ji rê hatiye derxistin û pêşiya lêpirsînkirina berpirsên mezin tê girtin.