Kiliçdaroglu: Rêzdariya Erdogan li cîhanê nemaye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, axaftina Serokomarê Tirkiyê li Netewên Yekbûyî bo serokên cîhanê bû, yan bo muxtaran bû, diyar nebû û rêzdariya wî li cîhanê nemaye.
Kiliçdaroglu di civîna Desteya Rêveberî ya Partiya xwe de axivî û got, tiştê ku derbekaran bi çekan nekarî di 15'ê Tîrmehê de bikin, niha bi biryarnameyên hikmê qanûnê tên kirin û demokrasî tê tunekirin.
Kiliçdaroglu rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir ku, di civîna Netewên Yekbûyî de bi piranî ser Cemaeta Gulen axiviye û di asta cîhanê de ew daye naskirin.