Parlementerekî berê yê HDPê hate girtin

Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîl Aksoy hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîl Aksoy hate girtin.

Parlementerê berê yê HDPê û Endamê Lijneya Rêvebir a DBPê Halîl Aksoy ji bo taziyekê serdana bajarê Agiriyê navçeya Tutakê kiribû. Aksoy ji ber ku derbarê wî de biryara girtinê hebû li wir hate binçavkirin.

Piştî dadgehkirinê bi hinceta endamê PKKê û bangeşeya wê rêxistinê kiriye, hate girtin.

Aksoy ji bilî rêxistinên nêzikê PKKê di siyaseta Kurdî wekî siyasetmedarekî neteweperwer jî tê nasîn û ji xortaniya xwe ve di nava kar û xebatên siyasî de ye.