Aldar Xelîl: Bila ENKS vegere Rojavayê Kurdistanê
K24-Navenda Nûçeyan
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ragehand ku, bila Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) xwe ji cebheya Tirkiyê vekişîne û vegere Rojava kar û xebata xwe li bike.
Derbarê vê babetê Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ji K24ê re ragehand ku, bila ENKS tevlî projeya Rojava û kar û xebata xwe bike û daxwaz ji ENKSê kir ku, bila ji cebheya Tirkiyê vekişîne bila vegere Rojava.
Xelîl da zanîn ku, ew ti hêzeke din li Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin û eger derdê ENKSê parastine bila pêşmergeyên wan tevlî YPG,YPJ û HSD bibe û rojava biparêze, aşkere kir ku, ew naxwazin ezmûna başurê Kurdistanê dubare bikin û du hêzan çêbikin.
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl di çarçoveya beşdariya xwe di heştemîn kongreya PYDê rêxistina Ewropa ji Belcîka tevlî bernameya K24ê bû.