Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê kir tevlî operasyona Reqayê bibe

Derbarê wê daxwazê Wezîrê Derve yê Tirkiyê danûstandina ligel rayedarên Amerîkayê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragehand ku, wan daxwaz ji Amerîkayê kiriye, tevlî operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê bibin.

Derbarê beşdarbûna Tirkiyê di operasyona Reqayê de Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ji kenala NTV a taybet re aşkere kir ku, wan ji Amerîkayê xwestiye tevlî operasyona rizgarkirina Reqayê bibin, da zanîn ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê wê daxwazê li gel rayedarên Amerîkayê gotûbêjan dike.

Herwiha Erdogan diyar kir ku, beşdarbûna wan di wê operasyonê de gelekî girine, lê metirsiya wan heye ku, Amerîka YPG tevlî operasyonê bike.

Ji aliyeke din ve Amerîka daxwaz dike ku, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) di wê operasyonê de pir çek bike, derbarê vê yekê du firokeyên çek şandibûne Kobanê.