Li Stenbolê biryara binçavkirina 121 kesan hate standin

Komeleya ``Ti Kes Nîne`` dezgehek alîkariyê ye û bi taybetî jî di cejna Qûrbanê de ji bo kesên hejar goştê qûrbanê belav dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê biryara binçavkirina 121 kesan da.

Di çarçoveya lêpirsînên dijî Komeleya "Ti Kes Nîne" ku bi ser  Tevgera Fetullah Gûlenî tê zanîn Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê biryar binçavkirina 121 kesên nêzikê wê komeleyê ne da.

Komeleya ``Ti Kes Nîne`` dezgehek alîkariyê ye û bi taybetî jî di cejna Qûrbanê de ji bo kesên hejar goştê qûrbanê belav dike.

Serdozgerî wê komeleyê tohmetbar dike ko pereyên bi armanca alîkariyê têne kom kirin ji bo Tevgera Fetullah Gûlenî tê şandin.