Diyarbekir: Komkirina îmzeyan bo bidawîanîna rewşa awarte

Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniyeke çapemeniyê di derbarê rewşa awarte de nêrîn û rexneyên xwe anî ziman. Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Diyarbekirê Racî Bîlîcî da zanîn ku, ew ê ji bo ku dema rewşa awarte neye dirêjkirin kampaniya îmzeyan bidin despêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniyeke hemwext li Diyarbekirê û tevahiya Tirkiyê kampanya ya îmzeyan da despêkirin. Armanca kampanyayê ew e ku, rewşa awarte ya ku piştî hewla derbeya leşkerî ya 15 Tîrmehê hatî ragihandin neye dirêjkirin. 

Di derbarê vê mijarê de, Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Diyarbekirê Racî Bîlîcî amaje kir ku, ew ê kampanya îmzeyan bibin hemû saziyên sivîl û paşê jî îmzeyên ku hatine komkirin, ji bo Parlementoya Tirkiyê bişînin.

Racî Bîlîcî bi teybetî bang li Partîya Komarî ya Gel (CHP) kir ku, ji bo dirêjnekirina rewşa awarte berpirsiyariya xwe ya opozîsyonê bi cîh bîne.

Bîlîcî anî ziman jî, ku niha li Bakurê Kurdistanê her tişt hatiye qedexekirin û wek girtîgeheke servekirî lê hatiye û pêwîst e ev rewşa antî demokratîk were bidawîkirin.