Dozgerekî Amerîkî bersiva Serokomarê Tirkiyê dide

Dozgerê Amerîkî Preet Bharara ku li Newyorkê doza welatiyê Tirkiyê Reza Zerab dinêre, bersiva Serokomarê Tirkiyê da ku hîç wî serdana Tirkiyê nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgerê Amerîkî Preet Bharara ku li Newyorkê doza welatiyê Tirkiyê Reza Zerab dinêre, bersiva Serokomarê Tirkiyê da ku hîç wî serdana Tirkiyê nekiriye.

Welatiyê Tirkiyê Reza Zerab ku ji Îranê ye, ji ber têkdana gemaroya ser Îranê û gendeliyê li Amerîkayê hatibû binçavkirin. Her wiha hatibû îdîakirin ku, Zerab gelek pare bexşandine dezgehên malbata Erdogan û bi hin wezîrên Tirkiyê re jî pêwendiyên wî baş in.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di serdana xwe ya Amerîkayê de dabû xuyakirin, pêwendiyên Dozger Bharara û dadwer Richard Berman bi Cemaeta Gulen re baş in û her du jî li Tirkiyê bûne mêvanên Cemaetê.

Li gor nûçeya rojnameya “Huriyet” Bharara bi rêya berdevkê xwe da xuyakirin, wî hîç serdana Tirkiyê nekiriye.