Çelîk: Ti kes nikare Tirkiye û PKKê wekî hev binirxîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Yekitiya Ewropayê yê Tirkiyê Omer Çelîk nerazîbûnek tund li dijî Komîserê Yekitiya Ewropayê Johannes Hahn nîşan da û got ti kes nikare Tirkiye û PKKê du aktorên wekî hev binirxîne.
Çelîk ji hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku, PKK rêxistinek terorîst e û Tirkiye jî ew dewlet e ku beramberî terorê têdikoşe. Çelîk got Yekitiya Ewropa, PKKê wekî rxistinek terorîst pênase dike, lê HDP wisa nahizire. Pêwîst e Yekitiya Ewropyê şîret li HDPê bike, ku navbera xwe PKKê sînordar bike.
Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş, duh digel Komîserê Yekitiya Ewropayê Johannes Hahn civiyabû. Hahn bang kiribû ku Tirkiye û PKKê xwe ji tundiyê dûr bixin.