Ebadî piştgîriyê li nasandina jenosida Kurdên Êzidî dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî hevdîtinekê ligel Parlementera Kurdê Êzidî Viyan Dexîl, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştgîriya xwe bo nasandina jenosida Kurdên Êzidî ragihand.
Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî, komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê bi jenosid binav kir û got: “Hikûmeta Iraqê kar dike bo bi fermî ev dosyê wek jenosid bê nasandin.”
Li gor peymana Romayê, Pêwîst e hemû kesên ku tawanên mezin encam bidin, bên cezakirin. Herwiha jî ew kesên qurbanî jî bên qerepokirin.