Li Stenbolê 50î roj festîval bi rê ve diçin

Mihrîcana Beyogluyê, bi şahiya zanistî ya ku di navbera 9 û 12 Mijdarê de dê bê sazkirin wê bi dawi bibe.
kurdistan24.net

 

K24-Stenbol

Bi mebesta pêşketina aboriya Tirkiyê ku ji ber kûdeta û teqînên bombeyî ketibû tengasiyê, li Stenbolê festîvaleke ku 50 rojan dê bidome hat destpêkirin. Di mihrîcanê de ku pêşî bi festîvala kevnareyê dest pê kir, 67 çalakiyên hunerî, çandî, muzîkal û aborî dê pêk werin.

Yekem festîvala Beyogluya Stenbolê ku 50 rojan bi çalakiyên cuda dê bidome, ji Tunelê ber bi Taqsîmê ve bi derbasbûyîna wesayîtên kevnare dest pê kir.

Şaredariya Beyogluyê ji bo pêşketina aboriyê ku piştî kûdeta û teqînên bombeyî ziyan dîtibû, biryara sazkirina mihrîcaneke wiha da.

Ahmet Mîsbah Demîrcan şaredarê Beyogluyê amaje kir ku heta dawiya festîvalê ji zêdeyî 400 sazî û dezgeh dê beşdarî mihrîcanê bibin.

Derbarê festîvalê Şaredarê Beyogluya Stenbolê Ahmet Mîsbah Demîrcan wiha got:"Ev festîvala yekem e ku li qada Taqsîma nû tê kirin. Li Beyogluyê, ji zêdeyî 6 hezar dikandar hene. Bi vê mihrîcanê armanca me rewşa aboriya heyî zêdetir baş bikin. Her wiha bi beşdariya nivîskar û zanyaran çalakiyên edebî û teknolojîk jî dê pêk werin."

Di roja yekem a festîvalê de 63 kevnefiroşên herî baş ên Tirkiyê, gelek kelûpelên kevn ên ji hev balkêştir anîn festîvala kevnare.

"Vana gustîlkên kevn e ligel zîvan jî tên firotin. Ev jî kelûpeleke gelek kevn e, ristik û perik in. Hezkiriyên kelûpelên kevnare dikarin her cure kelûpelên kevn li vêderê bibînin."

"Kesên tên vir bi dîtina kelûpelên kevnare ku bi destê tên kirin têdigihîn ku berhemên di febrîkayan de tên çêkirin çiqas ji rêze ne."

Hemwelatiyên ku dihatin mihrîcanê eleqeyeke mezin nîşanî kelûpelê kevnare dan.

"Min ev mihrîcan pir eciband. Bila her kes were vêderê bibîne. Xwezî maweya vê mihrîcanê hinek din dirêj bûya. bihayên kelûpelan hinek erzan bûbûya dê baştir dibû."

Mihrîcana Beyogluyê, bi şahiya zanistî ya ku di navbera 9 û 12 Mijdarê de dê bê sazkirin wê bi dawi bibe.