Welatiyên Rojava ji sepandina yasaya baceyê dilgiran in

Biryare yaseya wergirtina bacaeyan di destpêka sala 2018ê de were cîbecîkirin.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê dilgiranî û ne razîbûna xwe ji yaseya sepandina baceyan li gor dahatên take kesî diayr dikin,

Ku ji aliyê rêveberiya xweser ve hat pesend kirin.

Yaseya nû mekanîzmên sepandina baceyan li ser welatî kampanî û dezgehan diyar dike her wiha serpêçeyên peywendîdar.

Li gor dijberên zagona nû, baceyên havawa dê bandoreke mezin li ser bilind bûna nirxê keresteyan bike û di encam de te çare li pêş kesên hijar nemîne bilî koçberiyê.

Derbarê vê yekê Cîgirê Serokê ENKS e Mehmûd Mella wiha got:"Birastî biryara sepandina baceyan biryarek şaş e û dijî berjewndiyên gel e , dema ku rêveberî yan PYD e baceyan bavê ser bazirganan ev yek dê bibe sedema behabûna pêdeviyên sereke her wiha bilind bûna asta koçberiyê ji Kurdistana Sûriyê."

Biryare ku dezgehên giştî yên xizmetgûzariyên di warê saxlmiyê de herwiha perwerde û ewlehiyê mifayê ji dahatên yasaya nû bibînin li ser bingeha wekheviya civakî.

Li gor bendên yasê, baceya ku li ser bingeha dahatan bê wegirtin remziye û kesên hijar li xwe nagir e.

Tenê kesên ku heyvaneyên wan bêtirî 100 hezar lîreyên sûrî bin ango nêzîkî 200 dolarên amirîkî dê salane nêzîkî 2 dolaran bidin.

Endama dîwana Encûmena Zagonsaz li kantona Cezîrê Nezîra Goriyê wiha ji K24ê re axifî:"Em gerentiyê didin gelê xwe derbarê yaseya baceyên dahatan , ew di karin yaseyê bibînin, ji xwe ti tirs têde nayê dîtin , Bace tenê ji kesên ku dahatên wan bêtirî 2400 Dolarên Emrîkrî bin tê sitandin, ev kes divê salê 2 Dolaran bidin."

Biryare yaseya wergirtina bacaeyan di destpêka sala 2018 ê de li ser welatiyên deverê bê sepandin, li gor vekolînên destpêkî yaseya nû bêtirî 90 % ji welatiyên deverê li xwe na gire, Cimkî Rojavayê Kurdistanê di rewşeke abûrîya zehmet de derbas dibe.