Kiliçdaroglu: Bergûmanê sereke yê derbeyê winda ye

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, li gor zanyariyên wî egera kuştina bergûmanê sereke yê hewla derbeya leşkerî Adîl Oksuz heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, li gor zanyariyên wî egera kuştina bergûmanê sereke yê hewla derbeya leşkerî Adîl Oksuz heye.

Kiliçdaroglu tevlî televîzyona “CNN Turk” bû û got, li gor bihîstina wî piraniya bergûmanên binçavkirî ji bo dadgehkirinê ji dadgehê re hatine şandin, lêbelê Adîl Oksûz nehatiye şandin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, di pêvajoya binçavkirina Adîl Oksûz de gelek delîl hatine reş kirin.

Li gor Kiliçdaroglu, ku Adîl Oksuz ne kesekî ji rêzê ye û ji aliyê hin hêzên mezin ve tê parastin.

Serokê CHPyê got, ew nîgeran e ku Adîl Oksûz piştî hewla derbeyê hatibe kuştin.

Adîl Oksuz bergûmanê sereke yê derbeyê ye û şeva 15ê Tirmehê hatibû binçavkirin. Lêbelê di heman şevê de jî hatibû berdan û heta niha nayê zanîn ew li kû ye.