16emîn Kongrya Giştî ya KNK bi rêve çû

250 kes amade bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Birûkselê paytexta Belcîkayê 16e mîn civîna Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê(KNK) bi amadebûna her du hevserokên wê û beşdariya hejmarek ji endam, alîgir û mêvanan kongreyê bi rêve çû.

Di kongreyê de her du Hevserokên Partiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim û Asya Ebdulah, Serokê Giştî yê PJAK Hecî Ehmed, Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Mihmed û Endamê ofîsa Siyasî ya YNK Sedî Pîre di kongriyê de gotarên xwe pêşkêş kirin.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Desteya Rêvebir ya Koma Civaka Kurdistanê(KCK) Cemîl Bayiq peyamek ji kongireyê re şandibû, tê de behsa giringiya yekîtiya netewî kiribû û wiha gotibû: "Eger Kurd di vê serdemê de yekîtiya xwe pêkneynin, gelo wê kengî pêkbînin."

KNK di civîna xwe 16ê de daxuyaniyek bo raya giştî belav kir, tê de da zanîn ku, pêwîste Kurd di nav civaka xwe de demokratiyê bikarbînin, herwiha tekezî li ser mafê rewa yê gelê Kurd ku, ji mafê wane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de KNK diyar kir ku, Tirkiyê li ser siyaseta girtin, kuştin û zordariyê li dijî gelê Kurd berdewam e, da zanîn ku, wan niha dest deynane ser rêvebriyên şaredariyan, aşkere kir Tikriyê wêrankirina Kurdistanê daye ber xwe lewma pêwîste li her deverê li himerî wê derkevin.Herwiha piştgiriyê xwe ji bizava netewî û demokratik a Kurdistanê li bakur nîşan da.

Ji aliyeke din ve daxuyaniyê KNK diyar kir ku, Îran li Rojhelata Kurdistanê li dijî mafê Kurdan derdikeve û li ser siyaseta girtin û bidarvekirinê berdewam e.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê jî KNK di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, Bizava Neteweyî  û Demokratîk li Rojava giheştiye qonaxeke nû ew jî Fedariya Rojava û Bakurê Sûriyê ye ku, ew yeke dibe ku bibe nimûneya Sûriyeke nû û Demokratîk.

Herwiha Kongireyê aşkere kir ku, ew piştevaniya wê kombûna ku, li Kerkûkê hatî ancamdan dikin, ya ku bi navê "Şêwira Netewî" bû.

Di dawîya daxuyaniya xwe de KNK bang li dewletên dagîrker û welatên rojhelata Navîn kir û ew agehdar kir ku, heta Kurd negihin mafê xwe yê rewa aştî û aramî li cîhanê peyda nabe.Kongreya KCK bi amadebûna 250 nûnerên aliyên siyasî ji  her çar perçeyên Kurdistanê dest pê kir û heta du rojan berdewam dike.