Li Hesekê ahingek bo zarokan bi rê ve çû

Ji ber rewşa awarte ya ku bajarê Hesekê têde derbas dibe, zarokên bajêr ji hemî ahingên kêfxweşiyê bêpar mane.
kurdistan24.net

K24-Hesekî

Bi amadekariya rêxistina UNICEF û komeleya El-Mewede ya xêrxwaziyê, ahengek bo zarokên bajarê Hesekê hat li darxistin.

ev proje nêzîk salekê berdewam kir, hin navend bo alîkariya zarokan ku, pêwîstiya Heskê pê heye hetine vekirin.
Ji ber rewşa awarte ya ku bajarê Hesekê têde derbas dibe, zarokên bajêr ji hemî ahingên kêfxweşiyê bêpar mane, li gorî ku komîteya amadekar diyar dike, rewşa navçeyê bandoreke xirab li ser jiyana zarokan dike.

Ji aliyeke din ve, gelek zarokên ku, li gundan dimînin dûrî van ahenga ne, li deverên wan nayên li darxistin, herwiha tu alîkarî nagehe wan, herwiha gelek dibistanên taybet jî li Hesekê hene ku zarokên malbatên feqir nikarin herin wan dibistanan, êdî ew neçarin herin dibistanên din ku tu guhdan li wan tune ye.