Li Stenbolê derbarê rewşa Êzdiyan konfransek bi rê ve çû

Beşdarên konferansê xwestin ku komkujiyên li ser Êzidiyan hatine kirin wekî jenosîd bê qebûl kirin.
kurdistan24.net

 

Li Stenbolê ji bo bal kişandina li ser komkujîyên DAÎŞê yên li Şingalê li ser Kurdên Êzîdî pêkanîn, konferansek hate lidarxistin. Beşdarên konferansê xwestin ku komkujiyên li ser Êzidiyan hatine kirin wekî jenosîd bê qebûl kirin.

Hêrîşa DAÎŞê ya li ser Şingalê ya ku wekî 73. fermana liser Êzidiyan tê bi nav kirin li Stenbolê bi rêya konferansekê hat gotûbêj kirin.

Di konfedransê de wêneyên wan Êzdîyên ku di kampande dijîn hatin nîşandayîn û pisporên beşdarî konferansê bûne gotin, pêwîste ev komkujiya li ser Êzidiyan hate kirin wekî jenosîd bê qebûl kirin.

Serokê weqfa çanda Êzidiyan Azad Bariş got; ji bo ku ev komkujî wekî jenosîd bê qebûl kirin em gelek çalakiyan li dar dixin.

Serokê weqfa çanda Êzidiyan Azad Bariş wiha got: ''Wekî tê zanîn li ser vê trajediya Êzidiyan li gelek derên dinyayê çalakî têne li darxistin. Em jî wekî weqf hewl didin ev trajedî li dinyayê bê bihîstin û zanîn. Ji bo wê jî me li ser wan jinên ji destê DAÎŞê hatine rizgar kirin pirtûkek amade kiriye. Niha jî em li ser pirtukeke dî dixebitin.''

Azad Bariş balkişand ser rewşa wan Êzidiyên di kampande dimînin jî û xwest çareseriyek bo wan bê dîtin.

 '' Mixabin heta niha rewşa Êzidiyan zêde nehatiye guhertin. Niha li herêma Kurdistanê jî qeyranekî aborî heye û 2 milyon koçber li ser vê qeyranê bûne bar. Nêzîkî 300 hezar êzidî jî li wêderê di çadiran de dimînin. 

Nivîskar Namik Kemal Dinç jî ragihand, ew niha pirtûkeke li ser rewşa Êzidiyên di kampande dijîn amade dikin.

Herwiha Nivîskar Namik Kemal Dinç wiha axifî:

'' Komkujiyên beriya niha li ser Êzidiyan hatine kirin di pirtûkên dîrokê de gelek caran cih negirtîne. Ji ber wê me dest bi vê xebatê kir. Em niha hewl didin derbarê komkujiyên berê de jî zanyariyan peyda bikin û her wiha vê komkujîya nû jî wekî dokûmentekê tomar bikin.''

Ev pirtûka ku mijara wê rewşa Êzidiyane, tê pêşbînî kirin di heyvên bê de bê weşandin.