Aldar Xelîl:Em parastina sînorê Tirkiyê dikin

Ew daxuyanî li ser malpera xwe ya Tiwîterê belav kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ragehand ku, ew weke Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê parastina sînorê Tirkiyê dikin.

Ji destpêka şoreşa Sûriyê de Tirkiyê dibêje ku, hebûna herêmeke Kurdî li bakurê Sûriyê metirsiyê li ser sînorê wê dike, lê Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl bersiva Tirkiyê li ser malpera xwe ya Tiwîterê da û ragehand ku, pêwîste Tirkiyê sipasiya me bike ji ber ku, ew weke Rêveberiya Xweser parastina sînorê Tirkiyê dikin.

Di dema ku, Xelîl bi aşkere dibêje ku, ew parastina sînorê Tirkiyê dikin Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê tûmetbardike.

Aldar Xelîl:Em parastina sînorê Tirkiyê dikin