Rêjîm ji opozîsyonê re: Ji taxên rojhilatê Helebê derkevin

Rêjîma Sûriyê daxwaz ji çekdarên opozîsyonê dike ku, ji taxên rojhilatê Helebê derkevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê daxwaz ji çekdarên opozîsyonê dike ku, ji taxên rojhilatê Helebê derkevin.

Artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de, daxwaz ji tevahiya çekdarên li taxên rojhelatê Helebê kir ku, ji wan derkevin û di beramberê de rêjîm dê rê bide wan, bi awayekê ewele derkevin û alîkariyên pêwsit jî ji wan re pêşkêş bikin.

Ev yek jî weke ku di daxuyaniyê de hatiye, da ku xelkên sivîl yên di wan taxan de jiyana xwe bi asayî derbas bikin.

Ji nêzîkî 10 rojan ve hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê dest bi operasyoneke  leşkerî ya mezin li ser taxên rojhelatê  Helebê kirine, ku ev tax dibin destê hêzên opozîsyona çekdar de ne.