NY: Taxên rojhilatê Helebê rastî hovatiyekê tên

Netewên Yekgirtî dibêje welatiyên taxên rojhilatê Helebê rastî hovatiyekê tên ku nabe ti mirov rastî wê werê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî dibêje welatiyên taxên rojhilatê Helebê rastî hovatiyekê tên ku nabe ti mirov rastî wê werê.

Serokê ofîsa Karûbarên Mirovî di NY de Stephen O'Brien ragihand, ku 250 hezar kes li taxên rojhilatê Helebê ji aliyê rêjîma Sûriyê û bi piştevaniya Rûsyayê ve rastî êrîşeke hovane tên.

O'Brien bang kir ku, divê ew êrîş bileztirîn dem werin rawestandin ji bo bidawîanîna êş û azarên ku sivîl tê de dijîn.

Ji 22 meha bûrî rêjîma Sûriyê li taxên rojhlatê Helebê dest bi êrîşê kiriye, ku heta niha di encama wê êrîşê de bêtir ji 200 kes hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.