Polîsê Tirkiyê birayekî Fethullah Gulen binçav kir

Li gor agahiyên medyayên Tirkiyê, îro li bajêrê Îzmîrê, hêzên polîsên Tirkiyê birayê Rêberê Cema'eta Xizmetê Fethullah Gulen, yê bi navê Qudbedîn Gulen binçav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor agahiyên medyayên Tirkiyê, îro li bajêrê Îzmîrê, hêzên polîsên Tirkiyê birayê Rêberê Cema'eta Xizmetê Fethullah Gulen, yê bi navê Qudbedîn Gulen binçav kir.

Hate ragihandin, Tirkiye birayê gulen bi tometa têkiliya wî bi rêxistineke terorîstî re girtiye.

Li gor agahiyên ku hatine eşkere kirin, birayê Gulen li dezgeheke weşanê kar kiriye û polîsê Tirkiyê çavdêrî li ser wê dezgehê daniye, piştre jî Qudbedîn Gulen girtiye.

Binçavkirina birayê Gulen di demekê de ye, destihlatdarên Tirkiyê piştî şikestina hewla kudetaya leşkerî ya 15ê Tîrmeha borî, hejmareke mezin bi tometa têkiliyên bi kudetayê re girtine.