Li Colemêrgê 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê di dema derbasbûna otombêlek serbazî de bombe hat teqandin, di encamê de 2 serbaz hatin kuştin, serbazek jî birîndar bû.
Li bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam dikin. Piştî şerû pevçûnên dijwar yên herêma Serhed û Botanê, îro jî li Colemêrgê şer derket.
Li herêma Oremar ya Geverê di dema derbasbûna otombêlek serbazî de bombeya ku berê hatibû bicîhkirin hat teqandin.
Li gorî agahiyên destpêkê di encam wê teqînê de2 serbazan canê xwe ji dest dan û serbazek jî birîndar bû.