“Beşdariya Tirkiyê di operesyona Reqayê de bo rûxandina federalîzmê ye”

Tirkiyê radigihîne ku ew dixwaze di oprasiyona rizgarkirina Reqayê de beşdar bibe, ji aliyê xwe ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje ku, ew ti projeyê bi Tirkiyê re nakin û beşdarî vê operesyonê nabin, heger Tirkiyê beşdar be.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Tirkiyê radigihîne ku ew dixwaze di oprasiyona rizgarkirina Reqayê de beşdar bibe, ji aliyê xwe ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje ku, ew ti projeyê bi Tirkiyê re nakin û beşdarî vê operesyonê nabin, heger Tirkiyê beşdar be.

PYD jî diyar dike ku, armanca Tirkiyê tenê destêwerdana di Rojavayê Kurdistanê de ye, mîna Ceralblusê û ta niha jî Tirkiyê alîkariya  grûpên îslamî dike û hewl dide ku deskeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê binpê bike û projeya federalîzmê birûxîne.

Ji aliyê xwe ve jî, Tirkiye jî dibêje, ewê di operasiyona Reqayê de beşdar bibe, lê divê YPG tê de beşdar nebin. Waşiton jî  li ser hebûna YPGê di vê operasyonê de tekez dike, wek hêzeke li dijî terorê û dibîne.