Demîrtaş girtina televîzyonên kurdî şermezar kir
K24-Navenda
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattîn Demîrtaş girtina televîzyonên kurdî bi awayeke tûnd şermezar kir û nerazîbûna xwe anî ziman.
Derbarê wê nerazîbûn Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattîn Demîrtaş îro, di yekemîn kombûna partiya xwe ya heyama nû ya parlementoyê de gotarek pêşkêş kir tê de wiha got:"Zordariya li ser kurdan di desthilatdariya AK-Partiyê de li gor heyamên borî 10 car zêdetir bûye."
Demîrtaş di gotara xwe de jî girtina televîzyonên kurdî bi awayeke tûnd şermezar kir û nerazîbûna xwe anî ziman.