“Piştevaniya Rûsya ji Esed re hewlên agirbestê têk birin”

Wezîrê Derve yê Amerîka rexneyên tund li Rûsyayê girtin û got: “Biryara Rûsyayê ya ne berpirsyar derbarê piştevaniya Esed de, hemû kedên bidawîanîna şer li Sûriyê têk dibe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka rexneyên tund li Rûsyayê girtin û got: “Biryara Rûsyayê ya ne berpirsyar derbarê piştevaniya Esed de, hemû kedên bidawîanîna şer li Sûriyê têk dibe.”

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li Brûkselê gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, Rûsya û Sûriyê kedên dîplomasî red kirin û ji bo serkeftinên leşkerî bidest bixin, nexweşxane û zarokan bombebaran dikin.

Kerry got ku, tevî biryara Washingtonê ya derbarê rawestandina danûstandinan bi Moskoyê re, lê Washington dest ji pêkanîna aştiyê li Sûriyê bernade û got: “Emê lêkolînê bikin, da ku agirbesteke dirêj li tevahiya Sûriyê ragihînin, rawestandina firîna firokeyên şer yên Rûsî û Sûrî jî lixwe bigire.”

Herwiha Kerry rexne li Rûsyayê girt û got: “Sûriye gaza Klor û bermîlên teqîner bi awayekî kirêt bikar tîne û siyaseta şewitandina erdê li şûna dîplomasiyê bikar tîne, lê Rûsya vî tiştî nabîne. Heger Rûsya bo aştiyê dilrast ba, dê bi awayekî din danûstandin li Sûriyê bikira.”

Amerîka duh danûstandin derbarê agirbesta li Sûriyê bi Rûsyayê re rawestand û Rûsya tuhmetbar kir ku, bi erkên xwe yên derbarê agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî, pabend nabe.