Koriya Başûr kunsilxaneyê li Hewlêrê vedike

Koriya Başûr bi niyaz e asta nûnerayetiya xwe li Hewlêrê ji Nivîsgeha Balyozxaneyê bilind bike û bike Kunsilxane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koriya Başûr bi niyaz e asta nûnerayetiya xwe li Hewlêrê ji Nivîsgeha Balyozxaneyê bilind bike û bike Kunsilxane.

Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwaziya Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraqê Song Wong-Yeob û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de Wong-Yeob spasî qurbanîdan û xweragiriya gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan ya li şerê dijî terorîstan kir.

Herwiha Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraqê Song Wong-Yeob amaje bi bi serdana Barzanî li Bexdayê kir û ew serdan bi girîng û dîrokî binav kir û hêvî xwest pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda bêne çareserkirin.

Song Wong-Yeob ragihand ku, Koriya Başûr bi niyaz e asta nûnerayetiya xwe li Hewlêrê ji Nivîsgeha Balyozxaneyê bilind bike û bike Kunsilxane.

Ji aliyê xwe ve Barzanî jî, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Koriya Başûr xwest û balkişand li ser kar û çalakiyên Firqeya Zeytûn ya Koriya Başûr û weke pireke bihêz ya pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Koriya Başûr da zanîn.    

Herwiha di hevdîtinê de pirsên, gefa terorîstan li ser asta cîhanî û operasyona rizgarkirina Mûsil û qonaxa piştî DAIŞê de hatin gotûbêjkirin.