Nexweşxaneyên Qamişlo pêşwaziya birîndarên teqîna Hesekê dike

Hejmarek ji birîndarên teqîna ku li daweta malbata Fatimê li bajarê Hesekê rû da, ji ber kêmbûna nexweşxaneyan û tunebûna dermanên pêwist, bo nexweşxaneyên bajarê Qamislo hatin veguhestin. Nêzî 25 birîndaran li 6 nexweşxaneyên bajarê qamişlo têne dermankirin ji bilî nexweşxaneya niştimanî û ya şehîd xebat. Li gorî pizîşkên deverê rewşa piraniya wan cîgir in.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Rojavayê Kurdistanê ji heyama çend mehan ve ji aliyê derbasbûna dermanan hatiye dorpêçkirin, vê yekê jî bandoreke xerab li rewşa hin birîndaran kir. Pizîşkên li nexweşxaneyan ji ber tunebûna hin alav û dermanên pêwist, ji neçarî berê hin birîndaran dane Herêma Kurdistanê.

Li gorî Heyva Sor a Kurd ji K24ê re ragihandiye, di encama teqînê de 34 kes şehîd bûne û hejmara birîndaran jî gihêşte 90 kesî.

Weke gaveke piştgiriyê ji rewşa birîndaran re, di nêzîktirîn dem de 3 ton derman ji Herêma Kurdistanê dê bighêjin Rojavayê Kurdistanê.