Rûsya sîstema parastina asmanî S-300 li Sûriyê bicih kir

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand ku sîstema S-300 ji bo ku baregeha li Tartûsê ya Sûriyê bicih kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand ku sîstema S-300 ji bo ku baregeha li Tartûsê ya Sûriyê bicih kiriye.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê  ragihand ku, Rûsyayê sîstema S-300 li baregeha li Tartusê bicih kiriye, armanc ji vê yekê jî, ji bo baregeha deryayî ya Rûsyayê ji asman ve werin parastin.

Herwiha daxuyaniya Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê amaje kir jî, ku ne diyar e ji ber çi belavkirina sîstema S-300, bûye cihê nîgeraniyê li cem welatên rojava.

Medyay Amerîkayê berî çend rojan belav kiribûn ku, Rûsyayê sîstema parastina asmanî S-300 li Sûriyê bicih kiriye.