Nijerya:Tirkiye 52 xwendekarên me girtine

Bi hinceta hikmûmeta Nîjeryayê dibistanên nêzikê Tevgera Fetullah Gulen negirtiye wekî bersiv zext li ser xwendevanên Nîjeryayî ko li Tirkiyeyê perwerdehî dibînin dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Nijeryayê radigihîne ku, Tirkiye 52 welatiyên wan ku, wî welatî xwendekarin binçavkiriye.

Li gor rojnamye Nîgerya Today Dewleta Tirkiyê bi hinceta hikmûmeta Nîjeryayê dibistanên nêzikê Tevgera Fetullah Gulen negirtiye wekî bersiv zext li ser xwendevanên Nîjeryayî ko li Tirkiyeyê perwerdehî dibînin dike.

Di vê çarçoveyê de di şeva hewla derbeya leşkerî de 2 xwendevan piştre jî 50 xwendevanên Nijeryayî ji Tirkiyê hatine dêrxistin. Nîjerya banga lêborînxwestinê ji Tirkiyeyê dike û dibêje helwesta Tirkiyê negûhere ew ê jî bi heman şêweyî nêzikê welatiyên Tirkiyê ku, li Nîjeryayê dimînin bibin.

Berî niha hikûmeta Tirkiyê ji Nîjeryayê xwestibû ku, dibistanên nêzikê Tevgera Fetullah Gulen werin girtin.