Stres rîska qeyrana dil û penceşêrê zêde dike

Li gorî lêkolînan, hêmaneke girîng a peydabûna sekteya dil û nexweşiya penceşêrê stres e, ku rê li ber peydabûna nexweşiyan vedike. Nîşaneya vê yekê ya herî xurt jî lêkolînên di derbarê şerê kendavê ya yekem de ye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li gorî lêkolînan, hêmaneke girîng a peydabûna sekteya dil û nexweşiya penceşêrê stres e, ku rê li ber peydabûna nexweşiyan vedike. Nîşaneya vê yekê ya herî xurt jî lêkolînên di derbarê şerê kendavê ya yekem de ye.

Di demên dawiyê de di derbarê nexweşiyên dil û penceşêrê de di encama lêkolînan de agahiyên girîng û balkêş tên bidestxistin. Yek ji van agahiyan jî ji aliyê Serokê Beşa Kardiyolojî yê Zankoya Dîcleyê Profesor Nîzamettîn Toprak ve hate parvekirin, ku bûyerên dîrokî jî dibin sedema nexweşiyan.

Toprak amaje dike ku, di şerê kendavê ya yekem de ji aliyê Sedam Hisên ve mûşek hatibûn bikaranîn û ev yek di nava civakê de streseke mezin peyda kiriye.

Toprak ji K24ê re axivî û got: “Dema Sedam Hisên 1991'ê Şerê Kendavê de mûşek avêtin Tel Avîvê, hate dîtin ku wan mûşekan di nava civakê de metirsiyeke mezin derxist holê û wê salê li gorî sala borî mirinên ji ber qeyrana dil ji sedî 20 zêde bibû. Ev yek bi salan hate lêkolînkirin û di encamê de hate qebûl kirin ku, metirsî û stres sedemên girîng ên qeyrana dil in û bûyerên dîrokî di vê yekê rolên girîn dilîzin.”

Li gorî nêrîn û lêkolînên pisporan di sedsal 20. û sedsal a 21. de ji bo gelek nexweşiyan êdî stres bûye bingeheke girîng. Pispor amaje dikin ku, stres carnan nexweşiyê girantir dike û carnan jî dibe sedema dûbarebûna nexweşiyê. Di vê mijarê de Profesor Orhan Ayyildiz dide zanîn ku, riheke pozîtîf dikare gelek nexweşiyên giran têk bibe.

Ayyildiz ji K24ê re got: “Li gorî çavdêriyên me, nexweşên me yên ku bi penceşêrê ketine çiqasî dilken û pozîtîf bin, ewqasî encamên erênî bidest dixin. Lê li gel vê yekê nexweşên ku xwe ber didin nava stresê û herdem neyînî difikirin, mixabin li dijî nexweşiyê têk diçin. Ji ber ku nexweşî her çiqas bûyerên biyolojîk bin jî di nava xwe de hêmanên psîkolojîk jî dihewînin.”

Li gorî lêkolînên dawî yên cîhanî her sal 17 milyon kes ji ber nexweşiyên  dil û her wiha 8 milyon kes jî ji ber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest didin û ev hejmar ber bi zêdebûnê ve diçin. Ji ber vê yekê bijişk bang hişmendiyê dikin.