Dêrsim.. Artêşa Tirkiyê operesyoneke berfereh dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirk, li Dêrsimê li hemberî gerîlayên PKK'ê dest bi oparasyoneke berfireh kir. firokeyên şer û helîkopteran jî, herêmê bombebaran dikin.
Bi beşdarbûna hezaran leşker û tîmên taybet li navçeyên Pilemorî, Çemîşgezek û Pilûrê yên Dêrsimê operasyonek berfireh dest pê kir.
Operasyon her zêde li Geliyê Demenan, Kutu û Elîboxazî tê meşandin. Jiber operasyonê rêya Erzîncan û Dêrsimê hatiye girtin û li gor agahiyan li devera Elîboxazî pevçûnên dijwar rû didin.
Çavkaniyên ewlekariya Tirkiyê ragehandin, operasyon bi armanca têkbirina amadekariyên zivistanê yên PKKê tê kirin.