4 Endamên ENKS hatin berdan û 19 bo dadgehê hatin veguheztin

Herwiha lêkolîn ligel 4 endamên din tê kirin.

K24-Nevenda Nûçeyan

Dozgeriya Giştî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, 4 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) serbest berdan û 19ê kesên din jî veguheztin Dadgeha Gel.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ragehand ku, Dozgeriya Giştî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve 4 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) serbest berdan û 19ê kesên din veguheztin Dadgeha Gel.Da zanîn ku, lêkolîn ligel 4 endamên din tê kirin.

Serkirde û Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi hiceta ku, wan xwepêşandanên bê muhlet li darxistine hatibûne girtin, bi wê hicetê doseya 19e kes ji wan veguheste Dadgeha Gel, daku, li gor yasayên Rêveberiya xweser werin dadgehkirin.

Di 15ê Tîrmeha borî de di demam pêşwaziya cenazeya şehîdekê pêşmerge Asayîşa Rojava 27 serkirde û endamên ENKS girtin.