Amnesty:Barê penaberan li ser milê 10 dewletên kêmpêşketî ye

Arîşeya penaberan piştî 2011 an dema ku şerê navxweyî yê Sûriyê destpêkir hat rojevê.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Dewletên zengîn li hember arîşeya penaberan ya ku van salên dawî bûye arîşeyek ji arîşeyên herî girîng yên cîhanê gelekî xemsarin. Li gor rapora "Amnesty Înternatîonal" anku Rêkxistina Aşitî ya Cîhanî, hemû barê penaberan li ser milê 10 dewletên kêmpêşketî di sekine. Barê herî giran jî li ser pişta Ûrdin û Tirkiyê ye. Penaber ji bo ku dewletên rojavayî wan naxwazin gelekî xemgîn û bi hêrsin.

Arîşeya penaberan piştî 2011 an dema ku şerê navxweyî yê Sûriyê destpêkir hat rojevê; û bi demerê jî hê mezintir bû. Bi taybetî jî piştî rêkxistina tîrorî DAEŞ derket meydanê û şûnde, arîşeya penaberan bû yek ji girîngtirîn arîşeyên cîhanê.

Bi milyonan mirov ji ber şerên navxweyî dest ji welatê xwe berdan û ji bo canê xwe bi parêzin berev dewletên din ve ketin ser riyan. Gelek ji van kesan xwestin ku biçin dewletên Ewropayê ku standardên jiyanê li van dewletan baştir bûn lê, dewletên Ewropayê ew ne xwestin. Bi hezaran ji wan, di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Derya, bûn goristana penaberan.

''Ez ji Raqqayê ji ber şer reviyam. Min xwest ez biçim Ewropayê lê min nekarî... Ez li Suriyê ji beşa zankoyê ya Endezyariya Petrolê derçûme; lê ez niha karên gelekî zehmet de di xebitim û nikarim karê ku ez tê de pisporim bikim.

Penaber neçarin û dewletên zengîn jî xemsar… Rapora ku herî baş vê xemsariya dewletên Ewropayê dide nîşan raporta Rêxistina Aşitî ya Cîhanî ye. Li gor raporta dawî ya bi navê "Çareserkirina Krîza Arîşeyên Penaberan" niha li ser dinyayê ji 21 milyon zêdetir mirov penaber in û ji van 1 milyon û 200 hezar kes jî bilez pêdivî bi jîngeheke bi cî bûnê heye.

''Em tiştekê nakim em hemû dinav vê xerabeyê de dijîn. Ji bo me hertişt lazim e lê  tişteka me nîne.rewşa me wek li ber çavan e.''

Li gor raporê %89 koçberan li welatên feqîr û kêmpêşketî dimînin. Di raporê de jî rêze welatên ku herî zêde koçber lê dimînin jî wekî Ûrdûn,Tirkiye û Pakîstan hatin diyar kirin.

'' Em niha li Tirkiyeyê rehet in. Tirkiye ji Ewropayê xweştir e. Ez naxwazim biçim Ewropayê. Lê şer li Suriyeyê bi dawî jî bibe ez naxwazim vegerim Suriyeyê.''

Ji ber ku welatên Ewropî naxwazin koçber biçin welatên wan, êdî gelek koçber jî ji Ewropayê acizin û naxwazin biçin Ewropa yê. Bi taybetî jî zarok…

'' Bi ya min bila tu kes neçe Almanyayê; dibe ku di deryayê de bixeniqin û bimirin. Ew bimînin li vir, rewşa wan dê baştir be ji ber ku ev der welatekî Misilman e. Em naçin Ewropayê."