Çalakiyên bîranîna teqêna par a Enqerê qedexebûn

Sala borî 10ê Çiriya Pêşînê li Enqerê di nav mitîngekê bi navê aşitiyê 2 xwekuj xwe teqand û di encamê de 107 kesan canê xwe ji dest dan.

K24-Navenda Nûçeyan

Çalakiyên bîranîna teqîna Enqereyê ko sala borî rû dabû hate qedexekirin.

Rêvebergeha Ewlekariya Enqereyê bi daxûyaniyeka nivîskî ragihandku,  derbarê teqîna Enqereyê ko sala borî 10ê Çiriya Pêşînê de rû dabû li derûdaora cihê teqînê û seranserî bajêr çalakîyên bîranînê hatiye qedexe kirin.

Tenê komeka piçûk a saziyên sivîlan dikare li cihê bûyerê rewresma bîranînê lidarbixe.

Sala borî 10ê Çiriya Pêşînê li paytexta Tirkiyê  Enqereyê di nav mitîngekî bi navê aşitiyê de 2 xwekuj xwe teqandibûn û di encamê de 107 kesan canê xwe ji dest dabûn ji zêdetirî 500 kes jî birîndar bûbûn.