Li Geverê polîsan gule berdan welatiyan:4 kuştî hene

Derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine û polîsê ku, reşandiye ser welatiyan hatiye binçavkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Geverê polîsan reşand ser welatiyan û 4 kesan kuştin.

Îro, danê sibê li navçeya Geverê ji Kolana Cengîz Topelê dengê çekan hate bihîstin û hejmarek zêde ambûlans li cihê bûyerê hatin vegûhestin. Hat zanîn 4 kes canê xwe ji dest dane 3 kes jî birîndar bûne.

Li gor Ajansa Nûçeya a Dîcleyê welatî bi gûlleyên wesaîta zirxpoş a polîsan hatine kuştin. Herwiha Parlementera HDPyê Selma Irmak jî ragihand ku, wê bi Parêzgerê Colemêrgê re pêwendî daniye û Parêzger ji wê re gotiye wan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine û polîsê ku, reşandiye ser welatiyan hatiye binçavkirin.