Kurdan çawa daxuyaniyên perlementerê AKPê nirxandin

"Eger kudeta bi serketibawê li Tirkiyê dewletake Kurdî bihata avakirin."
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Yek ji endamê damezrênerê AK Partiyê Burhan Kuzu ragehand  ku, piştî hewla darbeya leşkerî hatiye plankirin ku li Rojhilatê Tirkiyê dewlete Kurî bê avakirin. Siyasetmedar û rojnamegerên Kurd ev îdiaya Kuzu nirxandin.

Li ser hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê gelek tişt hatin gotin û nîqaşkirin. Lê vê îdiayê reng û dirûvê hemû nîqaşan guherand. Damezrêner û şêwirmendê Erdogan, pisporê destûra bingehîn Profesor û Dextor Burhan Kuzu di rojnameyek Tirkiyê de îdia kir ku ger darbe biçûna serî wê li Tirkiyê dewletake Kurdî bihata avakirin. Kuzu di berdewama îdiaya xwe de dibêje ku, ev hewla darbeyêbi pêşengiya Emrîkayê û agahdariya Îngilistan û Îsraîlê pêk hatiye. Armanc dewleta Tirkiyê ye. Hatiye xwestin ku Tirkiye bikeve bin hegomonyayekê wek welatekî mêtîngeh, ha ev der ha jî Kenya.

Li ser van îdiayan hem siyasetmedar hem jî rojnamegerên Kurd bîr û boçûnên xwe ji Kurdistan 24ê re rave kirin. Rojnameger Namik Durukan diyar kir ku ev wek fobiyekê ye. Parçebûna Tirkiyê an jî avakirina dewleteke Kurdî di serdemên raborî de jî bûye tirsa herî mezin ya derûdorên siyasetmedarên li Tirkiyê. Dev ji fikrê dewlata Kurdî berdin ger darbe pêk bihata ne tevgere Kurdî dima ne jî welatekî demokratîk.

Rojnamegerê Rojnameya Mîllîyetê Namik Durukan wiha got:"Di rewşên wiha de fikir û ramanên wek wê dewleta Kurdî ava bibe, Kurd dixwazin vî welatî parçe bikin her car tên ziman. Beriya her tiştî ew nêzîktêdayîna Cemaetê ya li hemberî mafên Kurdan diyar e. Operasyon û girtinên li hemberî Kurdan ên herî mezin bi taybetî jî li hemberî PKK û HDPê di serdema Cemaetê de pêk hatin. Loma bi baweriya min ev îdia îdiyaên farazî ne."

Li aliyê din Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen li ser wan îdiayên Kuzu bi şêwekî rexneyî diyar kir ku mafê her kesî heye şîroveyekê bike û rê li ber spekulasyonekê veke. Lê ya pêwîst ew e ku bi jêpirsîneke jêhatî û li ser agahiyên rasteqînî ew armanc û mebesta hewla darbeyê bê eşkere kirin.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen ji ji K24ê re wiha axifî:

"Heta têkîliyên siyasî yên vê darbeyê neyên eşkerekirin, armanca polemîkên bi vî rengî ne xizmete bo çareseriyê, berewajî vê yekê tê xwestin ku av bê girikkirin. Ger nêta wan hebe bila komîsyonê bidin xebitandin û nêta paşperdeyê an jî plansaziya darbeyê digel têkîliyên wê yên siyasî derxin holê, da ku raya gelemperî û dinya jî rast agahdar bibe."

Li gorî bîr û bôçûnên siyasetmedar û rojnamegerên Kurd, îdiya Kuzu tê wateya meşrûkirina erîşên li ser siyasetmedar û rojnamegerên Kurd. Bi asêkirina rojname û televizyonên Kurdan jî vê yekê pesend dikin. Di heman demê de tê gotin ku ji bo berdewamkirina operasyon û durxistina karker û karmendên Kurd jî, bi îdiayên wek "piştî hewla darbeyê wê dewleta Kurdî bihata avakirin" ev bingeh tê xurtkirin.