Bo gengeşeya federalîzmê şandek ji Silêmaniyê gihêşt Rojava

Bi mebesta gengeşeya Destûra Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê, Şandek ji parêzerên Navenda Hezra Yasayî ya Silêmaniyê, serdana Rojavayê Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mebesta gengeşeya Destûra Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê, Şandek ji parêzerên Navenda Hezra Yasayî ya Silêmaniyê, serdana Rojavayê Kurdistanê dike.

Îro hejmarek endamên navenda “Hizra Yasayî” digel Komîteya Nivîsandina Girêbesta Civakî ya sîstema Federalîzma li Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê civiyan.

Li gor Serokê Navenda Hizra Yasayî Serdar Herkî ji rojnamevanan ragihandiye ku, armanca wan ji serdanê ew e ku, hevahengiya Encûmena Damezrêner di warê yasayî de bikin.Herwiha dê têbîniyên xwe li ser girêbesta civakî bidin.

Serdar Herkî got jî, di dema bûrî de wan projeya destûrekê radestî Rêveberiya Xweser kirine, lê Encûmena Damzrêner a sîstema Federalîzmê projeyek li gor taybetmendiya Rojava berhev kiriye.

Navenda Hizra Yasayî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye û nêzî 400 endamî li xwe digre.