Yuksek: Dixwazin hemû girtiyên siyasî werin azadkirin

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek ê ku bi tawana "endamtiya rêxistina terorî ya çekdarî" girtî dihat darizandin piştî zindanîkirina 5 mehan di darizandina yekemîn de serbest hat berdan. Yuksek, di parastina xwe de got: “Ti pêwendiyên min bi rêxistinan ve tune ne û min tenê xwestiye polîtîkaya Tirkiyê rexne bikim.”
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek ê ku bi tawana "endamtiya rêxistina terorî ya çekdarî" girtî dihat darizandin piştî zindanîkirina 5 mehan di darizandina yekemîn de serbest hat berdan. Yuksek, di parastina xwe de got: “Ti pêwendiyên min bi rêxistinan ve tune ne û min tenê xwestiye polîtîkaya Tirkiyê rexne bikim.” Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncelê li ser serbestberdana Kamuran Yuksek got: “Ev doz ne hiqûqî ne, hemû jî siyasî ne, em dixwazin hemû girtiyên siyasî werin azadkirin.” Tuncelê amaje kir ku, ew ne di wê baweriyê de ne ku bi serbestberdana Yuksek, dê li Tirkiyê pêvajoyeke nerm dest pê bike.

26 parêzeran xwast ku, Yuksek biparêzin lê dadgerî tenê destûra 3 parêzeran da. Hevserokê DBP'ê Yuksek, di parastina xwe de got; "Ez ti tawanan qebûl nakim û tenê wekî hevserokê partiyeke yasayî siyasetê dikim. Tirkiye di qonaxeke xirab re derbas bû û min polîtîkaya hikûmetê ya li Tirkiyê û herêmê rexne kir."

Yuksek, di rûnûştina darizandina xwe ya yekemîn de ji aliyê Dadgeha Cezayê Bilind a 5'emîn a Diyarbekirê ve hat azadkirin. Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Feleknas Ûca, li ber deriyê dadgehê kêfxweşiya xwe anî zimên û got: "Serok Kamûran azad bû, agûbet li hemû girtiyan be."

Bi bihîstina agahiya azadkirina Yuksek re, girseya ku li ber deriyê dadgehê civiyabû, bi çepik û lîlandinan kêfxweşiya xwe nîşan da. Polîsan di serî de destûra daxuyaniyê neda û xwest ku girse belav bibe. Di navbera polîs, HDP'yî û DBP'yiyan de aloziyeke demkurt derket. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncelê daxuyand ku, ne tenê Kamûran Yuksek tê darizandin, siyaseta wan a demokratîk jî tê darizandin.

Tuncelê got: "Ji niha û pê ve parastina partiya DBP'ê ya xweseriya demokratîk û parastina mafê welatiyên me yên muxalefetê, para me ye. Em ê vê têkoşînê dîsa bidomînin. Serbestberdana Kamûran Yuksek, nayê wateya nerimbûna bertekên dewletê, jê wêdetir tê wateya lihemberderketina bêhiqûqiyê, ango diviyabû tiştekî wiha neqewimîbûya, lewra di dosyeya Yuksek de tu delîlek tuneye."

Parlementera Edeneyê ya HDP'ê û Hiqûsnas Meral Daniş Beştaş'ê jî amaje kir ku girtina Yuksek li dijî demokrasiyê helwesteke cîdî bû. Beştaş got: "Yanî ev doz dozeke êbret bû, wekî ku em dibêjin, yanî gerek ev doz nehatibûya vekirin."

Parlemeterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî ragihan ku; "Heta ev Rewşa Awarte bi vê şideta xwe bidome, wisa xuya dike ku hîn em ê gelek caran biçin ber deriyên dadgehan. Em serbestberdana Kamûran Yuksek, wekî nerimbûna bertekên dewletê nabînin. Jixwe girtina Hevserokê partiyekê berteka herî hişk e."

Ji ber ku Kamuran Yuksek ji girtîgeha Edeneyê ji bo darizandinê anîn Diyarbekirê, piştî biryara azadkirinê jî ji bo kirariyên yasayî werin bicihanîn, car din ji bo girtîgeha Edeneyê hat şandin. Tehliyeya Yuksek dê ji girtîgeha Edeneyê were dayîn.

Li gorî ragihandina rayedarên DBP'ê hîn jî nêzî 2 Hezar û 500 girtiyên HDP'yî û DBP'yî hene. Girtiyên siyasî bi boneya endamtiya rêxistina çekdarî tên darizandin lê girtî vê yekê red dikin û dibêjin em tenê siyaseta demokratîk dikin.