Baroya Diyarbekirê piştî Tahîr Elçî serokê nû hildibijêre

Baroya Diyarbekirê piştî kuştina Tahîr Elçî, ji bo hilbijartina serokatiya baroyê dê hilbijartinê bike. Baroyê rojek beriya hilbijartinê, kongreya xwe ya asayî li dar xist û ji parêzeran, Ahmet Ozmen û Mesut Beştaş wekî namzet nîşan da.

K24 – Diyarbekir

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê, li ber deriyê Minareya Çarling hatibû kuştin. Ev nêzîkî salekê ye Baro bi cîgiriya serokatiya baroyê ya Ahmet Ozmen tê birêvebirin. Sibê (09.10.2016) dê hilbijartina serokatiya nû were kirin.

Yek ji namzetên hatine nîşandan, Parêzer Mesût Beştaş e. Beştaş hevjînê parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş e. Mesût Beştaş ji sala 1990’î ve li herêmê parêzeriyê dike û heta niha parêzeriya gelek dozên krîtîk kiriye.

Namzedê serokatiyê Ahmet Ozmen jî parêzvaniya gelek dozên krîtîk kiriye û bi dirûşmên wekî “Dînamîk, azadîxwaz, baroyeke bibandor” xwe amade dike. Hiqûqnas amaje dikin ku peywira serokê baroyê yê nû, ronîkirina bûyera kuştina Tahîr Elçî ye.