Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta hewl dide xizmetguzariya giştî bi de karta taybet

Di çarçoveya beşdarîkirin di Konferansa Rola Kartê Taybet bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, hikûmeta di hewla wê yekê de ye, ku xizmetguzariya giştî gav bi gav bide karta taybet bo hêla karên zêdetir birêk bixe, ku di vê qonaxê de hevkariya hikûmetê dike.

K24 – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, roleke girîng ya karta taybet heye û siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgîriyê li karta taybet dike.

Di beşeke din de Barzanî ragihand, tevî krîza darayî li Herêma Kurdistanê heye, karta taybet nehêşt tevgera bazirganiyê raweste, rola karta teybet di krîzan de diyar dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku, serdana şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî bo Bexdayê, hêvî û deriyên çareseriya pirsgirêkan vekir. Bo çareserkirina pirsgirêkan bi mebesta gihêştina encamine baş, pêwîst e hemû alî bizanin, ku bi guftûgo bigihin çareseriyan ta di berjewendiya hemû xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê de be.

Bi sponsera K24ê, îro Kongeransa Rola Karta Taybet bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê li Hola Seid Ebdulah li Hewlêrê dest pê kir.