Lavrov hişyariyê dide leşkerên Amerîkî

Wezîrê Derve yê Rûsya hişyariyê dide leşkerên Amerîkayê û dibêje, hewla armanckirina firokxaneyên leşkerî li Sûriyê lîstokeke metirsîdar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsya hişyariyê dide leşkerên Amerîkayê û dibêje, hewla armanckirina firokxaneyên leşkerî li Sûriyê lîstokeke metirsîdar e.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, îro di hevdîtinekê ligel kenaleke Rûsî de got, li gor zanyariyên ku di destê wan de, dibe ku firokxaneyên leşkerî li Sûriyê bi mûşekan werin armanckirin, ji bo qedexekirina firîna firokeyên Sûrî.

Lavrov amaje bi wê yekê jî kir ku, Serokerkanê Rûsyê di vê derbarê de aktîv e û zanyarî li ber destê wî hene.

Rojnameya “Washington Post” berî çend rojan belavkiribû ku, rêveberiya Amerîka bijardeya arastkirina hin lêdanan ji rêjîma Sûriyê re gotûbêj dike.

Lavrov got jî, armanckirina firokxaneyên leşkerî lîstokeke metirîsîdar e, ji ber ku Rûsya li ser daxwaza hikumeta Şamê li Sûriyê ye. Herwiha du binkehên wê yên leşkerî jî li wî welatî hene, ku yek ji wan li bimkeya Himêmîm ya asmanî ye û ya din jî li Tertûsê ye û li wê derê jî sîstema mûşekan heye, ku paristina bingehê wan dike.

Lavrov got jî, “Em baş dizanin ku leşkerên Amerîka têdigihin vê yekê, lewre divê bi hişmend bin û guh nedin hest û torebûna demkî.”