Birîndareka teqîna Hesekê canê xwe ji dest da

Di 3ê vê mehê de li hola Senabil a Şahiyan li bajarê Hesekê teqînek bi rêya xwekujekî rû da, di encamde 54 kes hatin kuştin û 93 kesên din jî birîndarbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo keçek bi navê Raperîn Mihmed Xêr Hac Yonis Fatimê ku, berî niha di teqîna hola Senabil a şahiyan li bajarê Hesekê birîndarbûbû, canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, birîndara teqîna Hesekê ya bi navê  Raperîn Mihmed Xêr Hac Yonis ji ber birîna xwe ya giran canê xwe ji dest da, peyamnêr da zanîn ku, temenê wê keçê 24 sale û biryare termê bo gundê Şerqî were veguheztin.

Di 3ê vê mehê de li hola Senabil a Şahiyan li bajarê Hesekê teqînek bi rêya xwekujekî rû da, di encamde 54 kes hatin kuştin û 93 kesên din jî birîndarbûn.