“Di teqîna duh ya Şemzînanê de 5 sivîl hain kuştin ne 8”

Parêzgariya Colemêrgê da xuyakirin, di teqîna duhî ya Şemzînanê de, ne 8 sivîlan, 5 sivîlan canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Colemêrgê da xuyakirin, di teqîna duhî ya Şemzînanê de, ne 8 sivîlan, 5 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Parêzgariya Colemêrgê, navên leşker û sivîlên ku di teqîna duhî ya Şemzînanê de canê xwe ji dest dane ragehandin.

Parêzgariya Colemêrgê da xuyakirin ku, li gor lêkolînên dawî di teqînê de, 4 efser û 6 leşker hatine kuştin û 5 sivîlan canê xwe ji dest dane, ku yek ji wan welatiyê Îranê ye.

Her wiha da zanîn, di teqînê de 13 leşker û 13 sivîl jî birîndar bûne.

Duh, li navçeya Şemzînanê gundê Dûreyê nêzikê leşkergehekê otombîleke bombebarkirî hate teqandin û hate ragihandin ku di encamê de 8 leşker hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.