Bandora Vetoya Rûsî li ser gelê Sûriyê

Di civîna dawî ya Enûmena Asayişa Navdewletî de, 2 piroje ji aliyê Frensa û Rûsiyayê ve derbarê kirîza Sûriyê de hatin pêşkêşkirin. Pirojeya Rûsî ji 15 dengan 4 deng bidest xist û bi ser neket. Herweha projeya Frensayê jî 11 deng bi dest xist, lê ji ber Vetoya Rûsî, ew bi ser neket.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Di civîna dawî ya Enûmena Asayişa Navdewletî de, 2 piroje ji aliyê Frensa û Rûsiyayê ve derbarê kirîza Sûriyê de hatin pêşkêşkirin.

Pirojeya Rûsî ji 15 dengan 4 deng bidest xist û bi ser neket. Herweha projeya Frensayê jî 11 deng bi dest xist, lê ji ber Vetoya Rûsî, ew bi ser neket.

Careke din Rûsiya Veto bikar tîne derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, lê vê carê li beramberî projeyeke Ferensî hate bikaranîn, ku xala wê ya sereke rawestandina bombebarana bajarê Helebê ji aliyê firokeyên şerî ve.

Hin aliyên siyasî li Sûriyê dibînin ku, bazarên siyasî di navbera hin dewletên cîhanê yên xwedî biryar de, dibe sedema ne dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, loma pêşeroja Sûriyê ber bi qonaxeke ne diyar ve diçe.

Endamê Polîtbîroya Rêxistina Asûrî li Qamişlo Dawûd Dawûd ji K24ê re axivî û got: “Kilîla çareseriyê li Sûriyê di destê civaka navdewletî de ye, bi taybet Amerîka û Rûsyayê. Ji ven her du welatan jî tê xwastin ku berjewendiya gelê Sûriyê danin pêş berjewendiyên, da ku gelê Sûriyê asyoyekê ji çareseriya doza xwe re bi awayekî aştiyane bibîne.”   

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku, ti cudahî dinavbera pirojeya rûsî û ferensî de tuneye,lê jiber berjewendiyên hin welatên xwedî hêz,û di heyama 5 salan de nikarîbûn bighêjin tu çareseriyan.

Ji aliyê xwe ve, Hin aliyên siyasî yên Kurdî dibînin ku, çareseriya doza Kurdî girêdayî krîza sûriyê ve ye û heger yek ji her du projeyên pêşkêşkirî, erêkirin li ser hatiba dayîn, dê di berjewendiya gelê Sûriyê bi tevayî de ba.

Serokê Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix di vê derbarê de ji K24ê re got: “Perçebûna civaka navdewletî bandoreke ne baş li hundirê Sûriyê kir. Bijardeya siyasî hate dûrxistin û li şûna wê jî bijardeya leşkerî û meydanî ya na baş cih digire. Gelê Sûriyê jî qurbaniya vê yekê dide.”

11 welatan li ser projeya Frensayê erê kirin, lê Vetoya Rûsî bo cara pêncemîn bû sedema rawestandina biryarekê ji Netewên Yekbûyî ve, ku çareseriyeke siyasî û leşkerî li Sûriyê bicî bibe.

Nûnerê Sûriyê di NY de Beşar El-Caferî, Frensayê tawanbar bi têkçûna hebûna dewleta sûriyê dike û dibêje ku, piraniya teroristan ji Frensayê û hin welatên Ewropî derbasî Sûriyê dibin, da ku pirsgirêka Sûriyê bê çareserî bimîne.