Farqîn.. PKK'ê êrişî leşkerên Tirkiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
PKK'ê li navçeya Farqîn a Diyarbekirê bi roketan êrişî leşkerên Tirkiyê kir. Di encamê de leşkerek hate kuştin 6 leşker birîndar bûn.
Gerîlyên PKKê li Farqînê li nêzîk çiyayê Qazan bi mûşek û çekên lûle dirêj êrîşî ser tîmeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê kirin, di encama êrîşê de 7 leşker birîndar bûn.
Di dema veguhastina leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê, leşker canê xwe jidest dide.
Piştî êrîşê artêşa Tirkiyê, li navçeyê bi hevkariya hêzên asmanî dest bi operesyoneke berfereh kir.